22 Ocak 2008 Salı

Hevpeyivîn li gel Xêro Abbas

Hevpeyivîn li gel Xêro Abbas


Sidar Bengin Epozdemir (S.B.E.): Kek Xêro, destpêk, sipas ji bo cudakirina dema xwe ji bo paykirina bi me ra. Em hama rasterast dervazê pirsan bin. Min bihîst ku du zariyên te hene, Jonas û Rona. Çi navekî balakêş e navê Jonas.




Xêro Abbas (X.A.): Jonas ji hevaltiyeke min a berê a bi jineke alman ra ye. Lewra navê wî jî bi almanî ye, lê belê ev nav ji navê ‘Yunus’ tê. Ez pir ji Jonas hez dikim, lê mixabin ku ez lê gelek nabînim.




Dueta Xêro Abbas li gel hunermenda ciwan Alînê re
Heke tu dixwazî dengê muzîkê bigrî pêl bişkoko jor bike

S.B.E.: Ew xwe çi dihesibîne? Kurd?



X.A.: Ew di domedareke kurd da nehatiye gihiştandin, lewra nasnameya wî zêdetir alman e. Lê belê Jonas baş dizane ku kurd e jî.



S.B.E.: Û keça te Rona?



X.A.: Ew bi awayekî herikbar kurdî diaxive! Hêja 15 salî ye û diçe dibistanê. Ji mal ve urf û adetên kurdî fêr bûye, lê qenc jî cîhe xwe girtiye di nav civaka alman da.



“Min riya hunerê bijart”



S.B.E.: Tu giringayî didî vê yekê? Mebesta min, bavekî kurd çawa zarokekî/ê ku kurd e, lê li welatekî dî, li derveyî Kurdistan dijî digihijîne?



X.A.: Em bi xwe bi urf û adetên kurdî mezin bûne. Jê wêvetir em nizanin. Em tiştên ku bav û kalên me dane me dizanin. Lê zariyên me di nav du kulturan mezin dibin. Îş ew e ku tu nasnameya kurdî ya zariyên xwe bi wan bidî zanîn, lê giringayiya xwendinê û entegrasyonê di nav civaka alman da jî ferî wan bikî. Bê xwendin nabe. Bi dehan malbatiyên min xwenda ne, doktor in û werhasil me di malbata xwe rola xwendinê tim bilind dît. Dil diviya ku min bi xwe jî bixwendiya, lê min di şûna vê de riya hunerê bijart.



S.B.E.: Tu dikarî piçek qala destpêka hunermendîtiya xwe bikî? Qasî dizanim te wek endamê ‘Koma Berxwedan’ê dest bi muzîka kurdî kir, wusa ne?



X.A.: Nexêr. Ez endamê Koma Berxwedanê nebûm. Di sala 1988ê de ez beşdarî Huner-Kom bû, weke gelek hunermendên din. Koma Berxwedan projeyeke wan bû min jî arî wan kir. Ta sala 1995ê min bi wan ra kilaman got, taku min dît ku ez îdî nikarim tema strînê hildim di nav grûbek da. Piştî wê min bi serbixweyî dest bi projeyên xwe kir.



S.B.E.: Û ‘Xerîbo’ derket.



X.A.: Belê.





S.B.E.: Di wê demê de hêj belkî di himbêza dayika xwe da bûm, lê qasî ku dizanim ew albûm wek albûmeke awarte hat peşwazîkirin. Yani di warê nûjeniyê da?



X.A.: Min di ‘Xerîbo’ de xwest ku bi awayekî nûjen mûzîka adetî çê bikim. Min dixwest him pîr û kal, him keç û xort bikarin guh bidin albûmê.







S.B.E.: Piştî ‘Xerîbo’ di sala 2001a da ‘Westiya bû’ derket. Gelo guhartin hebûn li gor albûma berê?



X.A.: Belê çawa! Cara duwem e ku tu albûmek amade dikî û ceribandina te heye. Di warê mûzîkê de ji xwe gelek ji ‘Xerîbo’ çêtir bû.



“Hema min pêl li pişkova DELETE KIR”





S.B.E.: Sê sal heye di navbera derketinên van herdu albûman.



X.A.: Rast e. Mixabin asteng li pêşiya mûzîsyenekî kurdî pir in. Bi taybetî di ware aborî de, zexta dewletên dagirker, kêmasiyên şirketên produksiyonê yên me.



S.B.E.: Van tiştan bi te çiqas zehmetî dan kişandin di amadekirina albûma nuh, Barana Şevê?



X.A.: Hindik, ji ber ku di çêkirina vê albûmê min hemû mesref ji berika xwe da. Xwedê ji wan razî be, hevalên min jî ez tenê nehiştim. Sedema giringtirîn ji bo vê şêweyê xebatê ew bû ku ez ê azadtir bûma di ware amadekirina stranên xwe. Û pê gelek dilxweş bûm, lewra demek hebû ku min du-sê stranan çêkiribû, lê aqlê min qet jê nedibirî. Wê demê min hema pêl li pişkova ‘DELETE’ kir.



S.B.E.: Heyf!



X.A.: Belê dizanim, lê bi dilê min nebû. Di bin stresê de bûm, dîsa zexteke aborî, vêca ji ber ku min bi xwe her tiştî finanse dikir. Dîsa jî xweşhal im ku min karî yanzdeh berheman amade bikim.



S.B.E.: Lê belavkirina albûmê kê kir ku rola şirketan tunebû di amadekirinê da?



X.A.: Dîsa wan kir, lê piştî ku albûm xelas bûbû. Me lihevhatinek hebû ku dê mesref hemû bihatan dan ji bal şirketan. Heqê belavkirinê jî me dîsa da van şirketan.



S.B.E.: Û hew?



X.A.: Û hew. Pere qezenc nakim bi berhemên xwe, tenê bi konseran yan festîvalan. Ew jî eger min pere xwest.





S.B.E.: Gelo ev piçek bêmantixî nebû? Xwezî te wusa bikira ku serî cd-yek pereyek bidana te ji bo mesrefên albûmeke nuh.



X.A.: Dê ew belkî baştir bûya bê guman, lê mixabin derfeteke daxwazeke wusa nîn e. Tenê du şirketên me hene: ‘Kom’ ji bo Tirkiye û Kurdistanê û ‘Mîr’ ji bo belavkirina li nav Ewropa. Lê belê mixabin ku herdu jî di heman bandora ideolojîk da ne, û ev jî sedemek e ku rewşa produksiyona mûzîka kurdî pêşve naçe.



“Em di gundên xwe da ne, têkîlî nîn e li gel ewropiyan”



S.B.E.: Di kîjan waran da mûzîka kurdî dikare pêşve biçe nexwe?



X.A.: Di gelek waran da. Û ne tenê di warê produksiyonê da jî. Bo nimune, festîvalan. Festîvala meha borî li Gelsenkirchena Almanya. Ev festîval her sal tê amadekirin û kurd bi şêweyekî girseyî tên, bi otobûsan, bi trenan, bi balafiran ji bo dîtina hunermendên kurd. Lê belê hejmara van kurdan sedhezar e! Sed mixabin! Em li Ewropa ne, ka ewropiyê ku em bixin heval ji xwe re? Boçî em bi hunermendên wek Herbert Gronemeyer ango Sting di têkîliyê da nîn in? Armanca me li Ewropa lobbî ye em hemû dibêjin, lê hemû çalakîyên me em ji bo xwe amade dikin, di şûna ku em peyvendî daynin bi ewropiyan ji bo piştgiriya doza me..



S.B.E.: Gelo ev rexne ji bo tiştên din jî derbas dibe? Warê akademîk, warê siyasî...



X.A.: Sehet xweş! Em di gundên xwe da ne û pê razî ne. Naxwazin entegre bibin. Ez bawer im, mezintirîn pirsgirêk ji bo kurdên Ewropayê ev e. Tişt ne ew e ku tu bi hezaran kes bicivînî! Tişt ew e ku tu lobbiyeke xurt bikî!



S.B.E.: Em werin ser promosyona albûma nuh bi videoklîban. Me dema dî pêkve seyrî klîba ‘Narê’ kir. Ew kesê ku ‘rap’ dike kî ye?



X.A.: Ew jî rapperek e ji van deran, gencekî bi navê Candar. Me vê klîbê li başurê Kurdistanê kişand, nêzîkî Amediyeyê. Min dixwest ferqa nêvbera tiştên kevneşopî û tiştên nûjen bidim nîşan. Yani rapperek, li gundekî kevn ê kurd.



S.B.E.: Belê kontrast xweş e. Tiştê ku bala min dikşîne ew e ku ji stranan te qet bi xwe nenivîsiye. Gelo tucar daxwazeke te ya nivîsandinê nebûye?



X.A.: Na na, min gelek dixwest, lê mixabin ku ez baş nikarim. Karê min sehne ye, strangotin e. Ez ne nivîskar im, lewra nivîsandina stranan dihêlim ji nivîskar û helbestvanên me yên hêja. Pêgotiyek heye, dibê: “Nan bide nanpêjê, tu yê ji nîva nên zêdetir bixwî.”



S.B.E.: Çi gotineke xweş e. Her çiqas tu zêde nanivîsî jî min dixwest li ser çend stranan nêrîna te hildim. Bo nimune strana Barana Şevê: “Lehî li min rabû, lê min şil nekir.” Gelo tucar lehî li ser te rabû, bê ku te şil bike? Bi gotineke dî, te tucar di evîniye de derbeyeke giran xwar?



X.A.: Erê çawa! Kurdistan mezintirîn evîna min e û lehiya wê her hefte carek li min radibe, lê min şil nake.



S.B.E.: Qasî ku ez jê fêm dikim di nav vê stranê de serhiskiyeke erênî heye. Yani peyama te: Her çiqas me êş û azar, ax û kovan û mirin hebe jî heviya me, baweriya me nayê şkînan din!



X.A.: Sehet xweş! Wateya bin kilamê hema ew e.



“Tiştên wusa li wê diqewimin ku li ber qebra Hz. Muhammed nayên dîtin!”



S.B.E.: ‘Hêvî û Evîn’: “Jiyan wê ji nuh ve bixemile, wê dîlan û şahî çêbe.” Gelo ev jiyan çiqas rast e ji bo ciwanên me, ku berî herkesî belkî yekem xwediyên evînê ne? Em di nav kultûreke wusan da dijîn ku tahamula ji bo hevaltiyên nêvolî, hevaltiyên beriya zewacê, hevaltiyên navbera ciwanên ji bajar, beş yan zaravaaxêvên cuda nîn e. Belê îro kuştin û kevirbarana keçek ji ber ku ji kurekî misilman hez dikir, lê bi xwe êzîdî bû tiştekî gelek normal û adî ye ji bo sedan kes ku berpirsiyar bûn ji vê hovîtiyê. (Meseleya Dua)



X.A.: Bêguman evînî bi zorî nabe. Yan tê, yan nayê. Em kurd, me navekî heye di warê evîniyê de; Siyamend û Xecê, Mem û Zîn, nimuneyên berçav in. Evîniya me bi nav û deng e û belkî şirîntirîn evîniya li ser ruyê cîhanê ye. Û binêr, merekî kurd zêdetirîn giringayî dide nêrîna jina xwe! Şikur ku nemaze li rojavayê Kurdistanê rewş baş e û ber başiyê ve dice. Nav malbata min gelek peyvendiyên nêvolî hene bo nimune. Lê ez çum başurê Kurdistanê jî û rewş li wê gelek xerabtir e! Di warê civakê de rewş qet baş nîn e niha. Tiştên wusa li wê diqewimin ku li ber qebra Hz. Muhammed nayên dîtin! Lê her çend urf û adetên Islamê tesîreke mezin heye li ser kultûra me, ez bawer nakim ku sinûrên evîniyê hebin.



S.B.E.: ‘Zor e’, favoriya min! ‘Payîz e, pelê dara xwe weşand. Çûna te dil û hinav hilweşand. Bi saxî ruh ji canê min kişand. Naxwazim tu herî dûrî min.” Ez bawer im, ev hest ji gelek ji guhdarên te nenas nayên. Çîroka vê stranê di rastiyê da jî qewimî gelo?



X.A.: Hema hemû jiyana min “zor e”! Her roj zehmetî, asteng li pêşiya min hene.



S.B.E.: Dûrayî zor e, ne wuha?



X.A.: Gelek.



S.B.E.: Wê Xêro tucar vegere welatê xwe?



X.A.: Ez wusa dizanim belê. Ez bawer nakim ku kurdek hebe ku ji min zêdetir zehmetî dikşîne bi durbûna ji welêt. Ez li vir mêvanek im.



S.B.E.: Tu ji vegerê natirsî? Yani, ramaneke xweş e bêguman, lê tu jî dizanî, gelek kes ji vir vedigerin Kurdistanê û dû re bi hêviyên şkestî vedigerin Ewropayê.



X.A.: Belê rast e, rîsîkoyek heye li holê. Kî dikare tekîd bike ku wê ez li wê bikaribim bi heman şêweyî bixebitim? Lê ji aliyê din ve, kes min li vir qebûl nake. Ez li vir bêjim: “Roj baş, ez jî alman im”, wê ji min re bibêjin tu komediyen î çî yî?





“Min dixwest beriya Sertab Erener derkevim”



S.B.E.: Kek Xêro, inca bi destûra te divêm bikevim dunyaya te ya felsefeyî. Navbera te bi felsefeyê ra çawa ye?



X.A.: Felsefe? Na...Nikarim.



(Dest bi firehtirîn monologa felsefeyî ku min di jiyana xwe da dîtiye dike, S.B.E.)



Lê yani ez çima kurd im? Çira ne ji welatekî dî me, bê derd, bê zehmetî? Yani, ez baş dizanim ku ez neynuka Kurdistana xwe bi dunyayê naguherînim. Welatê me bêhempa ye, zimanê me her wusa, gelê me dîsa wusa! Ez kurdayetiya xwe vi zêrên dunyayê nadim! Digirê bi giringtirîn bajarên cîhanê nadim, New York, Parîs, Waşington.



S.B.E.: Em werin li ser festîvala meha borî ya ji bo parastina mirazên Heskîfê. Min bihîst ku Sertab Erener jî hatibû. Gelo ev ne piçek xelet bû? Yani Sertab Erener di nav civaka kurd de têt nasîn wek mezintirî neteweperesta tirk. Piçek komîk nebû ku hunermendeke wusa hat ji bo parastina dîroka Kurdistanê kilaman got?



X.A.: Bêguman! Lewma min dixwest beriya wê derkevim ser sehnê, ji bo ku milet bibîne ka herkes ji bo kî hatiye. Min ji birêvebiriyê vî tiştî got, lê qebûl nekirin. Gotin: “Em te wek fînalê dixwazin.” Lê min dixwest nîşan bidim ka ku ez hatibûm ji bo gelê xwe, û hunermendên tirk hatibûn pere bicivînin.



S.B.E.: Ligel vê nerehetiya te, çawa borî?



X.A.: Bi ya min baş bû dîsa. Ez di dawiyê da derketim û bi kilama Şev Çû ya mamoste Aramê Tîgran ronahî hemû hatin vemirîn û her kes telefona xwe û agirpeşka xwe pê xist. Ev tiştekî awarte bû û Xwedê heye, medyaya tirk vê dîmenê jî nîşan dan.



S.B.E.: Qet nebe derketina te vala neçû nexwe. Pirsên min berdewam in. ‘Bûk’ û ‘Kezîzera’ Xêro kî ye?



X.A.: Kurdistan!



S.B.E.: Yani her tişt girêdayî bi Kurdistan ê ye ma? Yan jî her kilameke te bi du şêweyan tê fêmkirin?



X.A.: Eynî wusa. Dîroka mûzîka kurdî jî vî nîşan dide. Bo nimune strana ‘Ay lê gulê’ ya Mihemed Şêxo. Ev stran bi vî şêweyî hatiye gotin, lewra li ser navên ‘kurd’ û ‘Kurdistan’ tabû hebûn.



S.B.E.: Xêro mirovekî çawa ye?



X.A.: Mirovekî ku pir ji evîndarên xwe yên derûdora xwe hez dike. Ew naxwaze wan tucar aciz bike û divê çiqas jê bê hez bike ji wan. Her wuha Xêro mirovekî wusa ye ku tiştan zû ji bîr dike. Dikarim bixeyidim ji te, lê xeyida min dikare nav pênc qulan da xelas be.



S.B.E.: Xêro xizmetkarekî ye?



X.A.: Bêguman!



S.B.E.: Wek ku her kurdekî welatparêz divê be?



X.A.: Belê.



S.B.E.: Xêro demên te yên xemgîn çê dibin? Û dema xem dikî xema xwe bi çi direvînî?



X.A.: Dema ku xemgîn dibim, diçim spor dikim, ango diçim solariyumê, ango seyrî bernameyên kenewer (komîk) dikim.



“Bi qetliaman zêdetir serhişk dibim”



S.B.E.: Insanekî çakbîn î tu?



X.A.: Erê.



S.B.E.: Bi xwe jî çakbînekî ji dereceya bilindtirîn im û qenc dizanim çakbînî çî ye. Lê tu dikarî piçek ronahî bikî ku çakbînek bûyerên wek qetliama Şingalê çawa şirove dike?



X.A.: Bêguman serhişktir dibe jê! Hêviya çakbînek bi her bûyereke neyênî xurtir jî dibe!



S.B.E.: Tu çi dixwazî bêjî ji birayên me yên êzîdî-kurdî ku van bûyeran bikar tînin ku neteweyeke nuh bînin hole, a êzîdiyan?



X.A.: Bila em pêşî ji bîr nekin ku kurd bi zorî bûne misilman, lê ezîdî dev ji ola xwe bernadene! Em kurdên misilman vî tiştî nabînin. Belê ku îro suncdarek hebe ji bi neteweperestiya ezîdîtiyê, yekem suncdar em kurdên misilman in. Lê gaziya min ji kurdan: Em vî tiştî mezin nekin. Çi elevî, çi misilman, çi êzîdî, Kurdistan berî her tiştî!



S.B.E.: Peyameke xweş. Kek Xêro. egera giringtirîn ji bo bextewariyê çî ye?



X.A.: Berxwedan.



S.B.E.: Bextewarî nîn e bê berxwedan?



X.A.: Rast e. Kurd tim di berxwedanê da bûne. Sedema giringtirîn ji bo hebûna wan a îroyîn û derfeta bextewarkirina xwe ya wan jî ev e.



S.B.E.: Favoriyên Xêro! Kêfa zêdetirîn ji kîjan xwarin ra tê?



X.A.: Masî! Berê ez û hevalek em gelek diçûn Mastrixta bajarê holandî ku nêzî me ye, ji bo masîgirtinê.



S.B.E.: Bêguman we weka efendiyan masiyan piştî girtinê dîsa azad dikir û diavêt çemê ne wuha?



X.A.: Çi? Nexêr! Me wek kurdên xas wan dixwar!



S.B.E.: Aha, baş e em vê hevpeyivînê neşînin Greenpeacê nexwe. Stran?



X.A.: Gelek!



S.B.E.: (dikene) Bibore kek Xêro, yani kilameke te ya favorî?



X.A.: Ahh, bibore! Axir zehmet e miro yek bibijêre. Lê ‘Xezal Xezala’ Mihemed Arif bo nimune cîhekî xwe yê taybet heye. Lê bawer im, stranên min ên favorî gelek in.



S.B.E.: Zaraveyê xweştirîn ê zimanê kurdî?



X.A.: Soranî. Gelek aram û zaraveyekî efendî ye. Tam zaraveyek ji bo entelektuelan.



S.B.E.: Belkî ji ber ku derfetên xwepêşvebirinê ji bo soraniyê ji zaraveyên dîtir firehtir bûne tim. Baş e, tu nexwe çira tenê bi kurmancî stranan dibêjî? Zaraveyên me yên hêja yên dî jî hene...



X.A.: Belê pir divêm! Tim dema ku derdikevim sehnê stranan bi soranî jî distirêm û dixwazim kilameke Hesen Zîrek bêjim ji bo albûma bê. Ji bilî vê min ji hunermendên wek Nilufer Akbal, Metin Kahraman û Mîkaîl Aslan straneke zazakî rica kir. Mixabin ji bilî inşallahek min êdî tu tişt ji wan nebihîst.



S.B.E.: Xweşiktirîn helbest?



X.A.: Westiya Bû, ku ji bal Hekîm Sefkan hatiye nivîsandin.



S.B.E.: Xweşiktirîn bajar?



X.A.: Bi Xwedê pir in! Kêfa min bi taybetî ji Elîhê re zef tê. Ji bilî vê, Zaxo xweş e, Hewlêr jî. Wan û Colemerg jî taybetiyên xwe yên xwes hene. Min hêj Silêmanî nedîtiye û zef dixwazim rojhelata Kurdistanê jî bibînim hêj!



“Ehmed Kaya mêr bû”



S.B.E.: Welatek?



X.A.: Fransa û bi taybetî Parîs. Bajarekî awarte ye.



S.B.E.: Belkî jî piçek ji ber ku çend hêjayên kurd qebra wan li wê ye? Dr. Şerefkendî, dr. Qasimlo. Ez bawer im qebra Ahmed Kaya jî li wê ye, ne wuha?



X.A.: Belê rast e. Ez beşdarî merasîma wê bûbûm di dema wefata wî.



S.B.E.: Insanekî çawa bû? Te lê dinasî?



X.A.: Mêr bû. Kurdayetî di nav dilê wî de hebû û bi vê yekê hisiya di dema wê merasima xelatan li Tirkiyê ku li wê wî anons kir ku ew kurd e û dê klîbeke kurdî bikişanda.



S.B.E.: Gelo tabûya kurdbûn li Tirkiyê li wê hat şkînandin?



X.A.: Ez wusa bawer dikim, erê.



S.B.E.: Kek Xêro em dikarin ji kî hêviya tiştên pîroz yan roleke pîroz bikin ji hunermendên kurd?



X.A.: Bêguman Serhado. Wî şêweyekî gelek baş dîtiye ku xwe bigihêjîne ciwanên kurd. Baş dikare hestên xwe bîne zimên jî. Ku wuha bidomîne wê tişten gelek pîroz bike.



“Tu nikarî di stranên xwe da sloganan bikarbînî”



S.B.E.: Gelo çiqas rastî hene di van gotinên te da? Yani naverok bêguman wek aleta ku bikartîne, yani rap, girîng e. Min guh daye albûma Serhado. Rasterast partiyeke ku em hemû dinasin diparêze û bi sloganan stranên xwe ‘dixemilîne’. Ji bilî van tiştên nexweş ji kultûra rapperên emerîkî hin tiştên neyênî standiye, bo nimune dijûn. Gelo wê ev zilam çiqas bikaribe keda xwe bide ji bo yekîtiya kurdan? Ma nedivê ku hunermendek, bêalî be û hemû gelê xwe biparêze?



X.A.: Bi Xwedê bala min nekişand ku bi vî şêweyî kilaman gotiye, lê eger rast be tiştekî nexweş e û divê zûtirîn dem dev ji van tiştan berde. Tu nikarî stranan bi sloganan bibêjî. Ez tim dijî vî tiştî derketime. Ez ne partiyek diparêzim, lê hemû kurdên çar parçeyên welatê xwe himbêz dikim. Hundermendek divê gelê xwe bi tevahî himbêz bike.



S.B.E.: Te pîroz dikim ji bo vê helwêsta qenc! Belê dawî li hevpeyivîna me tê. Dixwazim sipasiya xwe peşkêşî te bikim, ligel du diyariyên piçuk (qotiyek sigar, û helbesteke kurt-kurmancî, S.B.E.). Pirsa dawî: di nav erebeya Xêro da kîjan kaset hene?



X.A.: Sipas ji diyariyan ra, sipas ji bo hevpeyivînê. Niha di erebeya min berhema hunermendeke yewnanî heye. Ji bilî wê, berhemên yugoslavî, ya Sezen Aksu, ya Ehmed Kaya û albûmên kurdî wek ên Ciwan Haco, Mihemed Şêxo, Hesenê Cizrawî, Mihemed Arif Cizirî û Serhado.



S.B.E.: Axx Xêro! Diyar e ruhê gencan hêj bi te heye?



X.A.: Erê çawa! Min bi Serhado ra kilamek jî gotiye ku di nav albûma wî heye.



S.B.E.: Bi rastî? Navê stranê çi bû nexwe?



X.A.: Bi xwedê min ji bîr kir…



(Strana ku Xêro Abbas qala wî dikir strana ‘Şerê Hundirê Min’ e.)





Berhema Xêro Abbas a nuh di mûzîk marketên ku di normalê da berhemên kurdî difiroşin dikare bê dîtin. Navê albûmê: ‘Barana Şevê’ ye.

Hiç yorum yok: